Kongreya Kesayetiyên Navdar yên Kurd tê lidarxistin
2019-07-02 15:25     563 Car hatiye dîtin      Şîrove
Kesayetiyên navdar yên Kurd tên xelatkirin
Ji bo cara yekê li bajarê Sinê li Zanîngeha Kurdistanê, Kongreya Kesayetiyên Navdar yên Kurd bi beşdariya jimareyek zêde ji navdarên Kurd, tê lidarxistin.
Kongreya Keseyatiyên Navdar, îro (02-07-2019) dest pê dike û dê 2 rojan bidome.
Jimareyek zêde kesayetiyên diyar yên Kurd di warê rewşenbîrî, hunerî û warên din de beşdariyê kongreyê dibin.
Di programa kongreyê de çend panelek û konsera muzîk û pêşangeh cîh digre û 30 kesayetiyên navdar di warên cihê de dê bên xelatkirin.
Ji Herêma Kurdistanê jî çend kesayetiyên navdar ji bo kongreyê hatine vexwandin. Yek ji wana hunermend Mezher Xalkî ye. Mezher Xalkî ku nêzî 40 sale ji warê bav û bapirê xwe dûre di Kongreya Kesayetiyên Navdar yên Kurd de dê bê xelatkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir