Silah Muslim li Pragê hat destbiserkirin

  2018-02-25 14:17      484 Car hatiye dîtin        Şîrove
Salih Muslim li Pragê li ser giliyê Tirkiyê hat binçavkirin

Hevserokê berê yê PYD'ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim, li ser daxwaza Tirkiyê li Praga paytexta Çek ê hate binçavkirin.
Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku ji bo tevlî konferansekê bibe li Praga paytexta Çek ê bû, duhî êvarî (24-02-2018) ji aliyê polîsê welatê Çek ê ve hat destbiserkirin.
Muslim li otela ku lê bû ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatibû şopandin û wêneyên wî di medya Tirk de hatibûn weşandin; li ser giliyee Tirkiyê ji aliyê polîsê Çek ê ve hat binçavkirin.
Lê belê polîsên Çek ê duh êvarê ketin otelê û ragihandin ku wê li ser giliyê Tirkiyê wî bigrin.
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî