Çaremîn Festîvalî Nêvdewletî ya Silêmanî despê kir

  2019-10-02 16:14      444 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Festîvala Nêvdewletî ya Sînema ya Silêmanî Mela Bextiyar

Çaremîn Festîvala Nêvdewletî ya Silêmanî, roja Sêşemiyê (01-10-2019), li Silêmanî, despê kir. 
Festivala Nêvdewletî bi rêzgirtin li giyanê pak yên şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, destpê kir.
Paşê, serokê festîvalê Mela Bextiyar gotarek pêşkêş kir. Mela Bextiyar di gotara xwe de bal kişand li ser dîroka Festîvala Nêvdewletî ya Sînema ya Silêmanî û ragihand ku festîvalê bi bê cûdahî deriyê xwe ji bo hemû hunermend û hunerdostan vekiriye.
Mela Bextiyar, da zanîn ku berdewamiya vê festivalê gellekî grîng e û ev festîval dê berdewam be û dîroka sînemaya Kurd jî dê dewlemend bikin û got: “sînema xwedî nasnameyekî cîhanî ye, çandekî cîhaniye, sînema rewşengeriye, sînema şaristaniye. Ne şaristinî û ne rewşengerî, nayê destbisergirtin”.
Di festîvalê de xelat bi ser derhêner, sînemakar û senaryoya herî baş de hat parvekirin.
Paşê, filmê sînemayî “Xuşkên Şer” ku derhênera wê Karolîn Furest a Fransiye, hat nimayîşkirin.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî