Festivala Nêvdewletî ya Sînema ya Silêmanî kota bû
2019-10-08 14:41     746 Car hatiye dîtin      Şîrove
Siberojek rind ji bo hunermend û nivîser û rewşenbîran ji dayik dibe
Êvara roja Duşemiyê (07-10-2019), Festîvala Nêvdewletî ya Sîinema ya Silêmanî kota bû.
Serokê Festîvalê Mela Bextiyar da gotara xwe ya kotayî festîvalê de ragihand; siberojekê xweş ji bo hunermend, nûser û rexnegîran ji dayik dibe ku dikarin dûr ji sansur û serkwêrkiriyê, hemû dahênên xwe yên di warê sînema, wêje, şano û warên din de bixin xizmeta Kurd û mirovatiyê yan mirovayetî û Kurd.
Mela Bextiyar, bal kişand li ser xwepêşandan û serhildanan li Rojhilata Navîn û da zanîn; di encam de paş wan bûyeran demokrasî û azadî ji dayik dibe ku demokrasî û azadî ji dayik bû, vêca di vê serdemê de ku serdema cîhangîriye; azadî huner, edeb, nivsîn û azadiya aql ji dayik dibe..! Dawî bi zilm û jêrdestî û serkutkirin ê tê.
Mela Bextiyar, got: “Rojhilata Navîn ji Syks Pikot û vir ve ji destê dîktatoran û nebûna demokrasiyê westiya ye. Êdî dawî bi wê serdemê tê û siberojek rind ji dayik dibe. Hêvîdarim, dora Rojhilat û Rojhilata Navîn û Netewa Kurd jî bê ku ji hemû mafên xwe hatine bêbeşkirin. Êdî dora me ye, ber bi dinyaya azad û asûdeyî ve biçin ku 50 milyon mirovên Kurd hatine bêbeşkirin”.
Puknow
Babetên zêdetir