Artêşa Sûriye diçe Kobanê
2019-10-13 23:14     324 Car hatiye dîtin      Şîrove
Kurd derdê xwe bi xwe çareser dike
Serokê Desteya Parastina Kobanê, ragihand; jiber ku çi kesek guh li hawara wan nagre, biryar dane ligel hikûmetên Rûsya û Sûriyê rêkeftinê bikin û biryarê, ew bên Kobanê.
Serokê Desteya Parastina Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ji bo medyaya Rûsyayê, wiha axivî: “me hawara xwe gîhand hemû welatan, çi welatekî nekarî çareseriyê ji derdê me re bibîn e. Lewra, emê derdê xwe bi xwe çareser bikin”.
“Êrişî ser me dikin û ji me re dibêjin, ‘em nikarin piştgriya we bikin’. Lewra, niha, em ligel hikûmetên Rûsya û Sûriyê rêkeftin e û biryare îro, biçin Kobanê”.
Piştî vê rêkeftinê, hêzên Rûsyayê daxwaz ji aliyên Tirkiyê û hevpeymanên wê kir di dema çûna Artêşa Sûriya de li ser xwe bin û çi pevçunek rû nede.
Tê gotin; hêzen Rûsya û Sûriyê, dê derbasî Minbicê jî bibin û sînroên nêvbera Rojava û Tirkiyê dê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve bê parastin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir