Rojavayê Kurdistanê û Sûriye danûstanê dikin
2019-10-16 15:00     302 Car hatiye dîtin      Şîrove
Sûriyê û Rêveberiya Xweser gîheştine hinek encamên zelal
Piştî nerîzbûnên cîhanî û herêmayetî û vekişana hêzên leşkerî yên Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA) ji hin deverên Rojavayê Kurdistanê û dijberiyeka xurt a Yekîtiya Awrûpa (YA) û Kongreya Amerîkayê dijî êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hevsengiya şer diguhere û pêşkevtinên nû tên rojev ê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov, piştî belavbûna nûçeyên bê alîbûn û nûçeya bi temamî vekişana hêzên DYA’yê ji Sûriyê, ragihand ku Moskova, Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê han dide ji bo bigihêjin rêkeftinekê.
Sergeî Lavrov, got: “Rûsya hewl dide ku Kurd û Şam bigihêjin rêkevtinekê. Gotûbêjên di nêvbera Sûriyê û Rêveberiya Xweser de berdewam in û bi rêya diyagolê gîheştine hinek encamên zelal.
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê, anî zimên ku Rûsya, piştgiriyê dide hevkariya navbera herdû hikûmetên Tirkiye û Sûriyê ya di çarçoveya rêkeftina Edeneyê de ji bo parastina sînor.
Êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar ji asman û bejahiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji 9’ê vê heyvê ve berdewam in.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyê di warê leşkerî de ji bo rûbirûbûna êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar, 13’ê vê heyvê lihev kiribûn.
Di çarçoveya wê lihevhatinê de Artêşa Sûriyê, ku niha li Minbic û navçeya Til Temir ya ser bi parêzgeha Hesekê hêzên xwe bicîh kiriye, dê li derveyî bajar û bajarokan bicîh bibe û erkê parastina sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyî bigre stuyê xwe.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir