Amerîka komkujiya ermeniyan bi resmî pesend kir
2019-10-30 13:50     495 Car hatiye dîtin      Şîrove
Kongreya Amerîka komkujiya ermeniyan bi resmî nas kir
Kongreya Amerîka, duhî (29-10-2019), bi piraniya dengan, projeya komkujiya ermeniyan wek jenosîd ku ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatiye kirin, pesend kir.
Paş derbasbûna zêdetir ji 100 salan, Kongreya Amerîka, bi dengê 223 endaman beramber bi 191 dengên na, projeyabiryara komkujiya ermeniyan wek jenosîd pejirand.
Di sala 1915’an de Împaratoriya Osmanî, nêzîkî milyonek û nîv welatiyên ermenî kuşt. Li beramber wê tawanê jî parlementoyên welatên Cîhanê bi taybetî yên Awrûpayê ji bo bi jenasîd nasandina komkujiya ermeniyan civîn lidarxistibûn.
Hikûmeta Tirkiyê nerazîbûn li beramber vê biryarê nîşan da û wek tolhildanek li beramber “Operasyona Aştîyê” bo ser Rojavayê Kurdistan û Sûriyê nîşan da.
Heta niha hikûmet û parlamentoyên 39 dewletên cîhanê, komkujiya Ermeniyan weke cenosîd nas kirine. Herwiha Yekîtiya Ewropayê jî cenosîda Ermeniyan bi fermî nas kiriye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir