Pederson bang li Tirkîyê kir ku pabendî agirbestê be

  2019-11-09 14:25      329 Car hatiye dîtin        Şîrove
Jİ roja agirbestê û vir ve 182 şervanên HSD canên xwe jidest dan e

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) ji bo Karûbarên Sûrîyê Geîr Pederson bang li Tirkîyê kir ku pabendî agirbestê ya li Rojavayê Kurdistanê be. 
Herwiha Komîteya Amadekirina Destûra Sûrîyê jî heta 25ê Mijdarê navber da civînên xwe. 
Civînên Komîteya Destûra Sûrîyê piştî hefteyekê, îro (09-11-2019) bi dawî bûn. Piştî civînê, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) ji bo Karûbarên Sûriyê Geîr Pederson di civînek rojnamevanî de serinc kişand liser; nivîsandina destûra Sûrîyê û rêjeya dengê kurda di komîteyê de û rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkîyê yên liser Rojavayê Kurdistanê.
Geîr Pederson, got:
“Em di nav komîteyê de dengê Kurdan bi zelalî dibihîzin”.
“Berê jî min û sekreterê giştî jî di derbarê rewşa mirovî ya li Sûrîyê de daxuyanî da ye”.
“Weke berê ez careke din bi awayekî lezgîn banga agirbestê dikim û daxwaz dikim ku pabendî bi agirbestê bê nîşandan”.
HSD: Tirkiye pabendî agirbestê nabe
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî di twîtira xwe de ragihandi bû ku Tirkiyê agirbestê binpê dike û ji roja agirbestê (17-10-2019) û vir ve 182 endamên wan canên xwe ji dest dan e. 
Mazlûm Kobanî roja Pêncşemê di twîttekê de ragihandîye: “Di pêşhateke nû de Tirkîye siyaseta jinavbirina nejadî di bin sîwana yasayên navdewletî de cîbicî dike.”
Kobanî daxuyanîya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ya derbarê pêkanîna komîteyekê ji bo gotûbêjkirina pêşniyareke Tirkîyê (avakirina komlegeh û avahîyên nîştecihbûnê li navçeya aram a di navbera herdu bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê de) bi tundî rexne kir û ew yek weke “beşdarîya metirsîdar a Netewên Yekgirtî (NY) li gel Tirkîyê ji bo cîbicîkirina siyaseta komkujîyê” bi nav kir.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê daye zanîn ku erkê Netewên Yekgirtî (NY) parastina akincîyên xwecihî ye, ne beşdarîkirina di projeya jinavbirina nejadî de.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî