Jimareya şaredarên HDP’ê yên ji kar hatine dûrxistin gîhişt 19 şaredaran
2019-11-13 10:48     277 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bi giştî 19 şaredarên HDP’ê ji karên xwe hatine dûrxistin
Li Tirkiyê, şaredarên Yenîşehîr ya navendê û navçeya Hazroya ser bi Amedê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wana şaredarên qeyûm hatin tayînkirin.
Şaredarên navçeya Îdil ya ser bi parêzgeha Şirnex û navçeya Mazgîrt ya ser bi parêzgeha Dêrsîmê jî bi biryara Wezareta Karên Navxwe ji kar hatin dûrxistin û li şûna wana şaredarên qeyûm hatin tayînkirin.
Ji hilbijartinên herêmî ve (31-04-2019), 3 şaredariyên bajarên mezin (Amed, Wan, Mardîn) û 16 şaredariyên navçeyan, bi giştî 19 şaredarî ji destê HDP’ê hatine derxistin û li şûna wana şaredarên qeyûm hatine tayînkirin.
Puknow
Babetên zêdetir