Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Adil Ebdulmehdî dubare kir

  2019-11-13 21:33      287 Car hatiye dîtin        Şîrove
Mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemû pêkhatên li İraqê parastî be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro (13-11-2019), bi serdanekî resmî, gîhişt Bexdadê û ligel Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, civiya. 
Di civînê de gotûbêj liser  rewşa İraq û Rojhilata Navîn, peywendiyên nêvbera Hewlêr – Bexdadê, danûstanên ji bo çareserkirina pirsgrêkan û encamên wê, metirsiyên serhildana terorê û çawanî rûbirûbûna herdu aliyan, hat kirin. 
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo aramî û îstîkrara ewlehî û siyasî ya İraqê û pêngavên Serokwezîr Adil Ebdûlmehdî yên ji bo pêkanîna çaksazî û cîbicîkirina  daxwazên rewa yên xwepêşanderan, anî zimên. 
Serokê Herêma kurdistanê tekezî li ser pêwîstî û girîngiya hilgirtina berpirsyarî û piştgiriya aliyên siyasî ji bo kabîneya Adil Ebdulmehdî kir, da ku reform bên kirin û pirsgrêk bên çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî di derbarê guhertina destûra İraqê de tekez  kir ku pirsgrêk ne destûre, pirsgrêk di cîbicînekirina destûrê de ye û her sererastkirin an guhertinek di destûrê de divê di berjewendiya İraq û di berjewendiya aramî û îstîkrara welêt de be û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemû pêkhatên li İraqê bi giştî biparêze.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî