Duyemin festîvala fîlm ya navdewletî ya Silêmanî destpê kir

  2017-10-05 16:54      625 Car hatiye dîtin        Şîrove
Festîvala fîlm ya nêvdewletî ya Silêmanî destpê kir

Duyemîn festîvala nêvdewletî ya Silêmanî, îro (01-10-2017) danê êvarî li hola Huner li bajarê Silêmaniyê, bi navnîşana “çandek ji bo bihev re jiyanê” destpê kir.

Serokê festîvalê Mela Bextiyar di gotara xwe ya destpêkirina festîvalê de bal kişand li ser girîngiya çand û hunerê bi taybetî hunera sînemayê di xebata azadîxwaz û demokrasiyê de çi li çiyan û çi li bajaran.

Mela Bextiyar da zanîn ku di serdema xebata çiyayê de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, girîngiyek taybet daye bi çand û hunerê û grupa muzîkê di vî warî de roleke giranbuha gerandiye ku hêj zindiye. Herwiha teqez kir ku di pêşkeftina civak û şaristaniyan de girîngiya çand û hunerê heye.

Mela Bextiyar da zanîn ku 5 roj beriya niha (26-09-2017) sînemakarek pabend bi pirsa neteweyî û demokrasiyê, bi azadiya beşên din yên Kurdistanê, li eniya şer canê xwe feda kir, ev sînemakarê şoreşger Memed Aksû ye.

Di festîvalê de Selahedîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye hêjayî xelata “Kaya” hat dîtin.

Neezî 500 fîlm beşdariyê di festîvalê de dikin. Sermayedar û karsazeen Kurd sponseriya duyemîn festîvala nêvdewletî ya Silêmanî dikin.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî