Serokê Herêm û cîgirên wî serdana aramgeha Mam Celal kirin

  2019-11-26 21:58      326 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hewlê pêkanîna hevpeymaniya Kurd li Bexdadê tê dayîn

Serokê Herêma Kurdistanê û herdu cîgirên wî, îro (26-11-2019), li Silêmanî, serdana aramgeha Mam Celal kirin û destegula rêzgirtin ê danîn ser mezarê wî. 
Serokê Herêma Kurdistanê, paşê li ser mijarên rojevî daxuyaniyek rojnamevanî da û got: “em dixwazin li Bexdadê, kodengî û hevpeymaniyekê di nêvbera aliyên siyasî yên Kurd de durust bikin. Çunkî, em hemû bi hev re bin jimareya me ya baş li Bexdadê heye. Niha jî karê sereke yê me li Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêkanîna hevpeymaniyê ye”.
Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdadê de diyar kir kuheftiya bê, carekî din wefda Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdadê bike ji bo rêkeftinê li ser meseleya neft û budceyê bikin û heta niha civîn bi başî bi rê ve diçin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî