Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya

  2019-11-28 12:35      385 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftiyane li dar xist

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê, civîna xwe heftiyane (27-11-2019) li Hewlêrê li  dar xist.
Di civînê de rêkeftina nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê ku 25ê vê heyvê hat rojevê, bû hûrgilî hat nirxandin. 
(Li gorî rêkeftinê, Herêma Kurdistan dê rojane 250 hezar bermîl neftê radestê İraqê bike û İraq jî dê ji budceya 2020’ê para Herêma Kurdistanê û miaşên fermanberan bişîne.)
Di civînê de Wezareta Darayî û Aborî a Herêma Kurdistanê rapora xwe pêşkêş kir ku yekxistin û vegerandina tev dahatan ji bo Wezareta Darayî û Aborî  û pêdaçûnê li ser kujmê diravê ji bo mesrefan hatiye terxankirin, li xwe digre. Civata Wezîran rapor pesend kir û bi wezaretê raspart ku ji bo cîbicîkirine rêkarên pêwîst biger ber xwe. 
Herwiha, gotûbêj li ser rewşa xizmetguzariyên av û elektrîkê jî hat kirin. 
Serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ji bo Hewlêrê û berdewamiya pişgiriya welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê jî giranbuha hat nirxandin.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî