Serokatiya Herêma Kurdistanê, bang li hemû aliyekî dike ku aram û li ser xwe bin
2020-01-04 15:34     386 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokatiya Herêma Kurdistanê, bang li hemû aliyekî dike rê li geşedana metirsiyan bê girtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê, daxwaz ji hemû aliyan dike ku di vê rewşa aloz û hestyar de aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê bûyer û êrîşên wê dawiyê yên li Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdadê û kuştina Fermandarê Artêşa Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û alozî û pêşhatên piştî wan bûyeran de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin; Serokatiya Herêma Kurdistanê, wan pêngavan red dike ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û Iraq bibe qada yekalîkirina hevrikiyên welatan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawiyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdadê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê ku çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin ku di encamê de Fermandarê Supaya Qudsê General Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendisî û hevrêyên wan bûne qurbanî ku herdû kes di çend salên bihurî de xwediyê roleke berçav bûn di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de".
Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatan tê kirin ku hevrikiyên xwe ji Iraqê dûr bigrin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina hevrikiya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serweriya wê, bê girtin. Berdewamiya vê aloziyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarîk û siberojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DAIŞê".
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin."
Puknow
Babetên zêdetir