Civata Giştî ya Serkirdayetiya YNKê peyrewa navxwe sererast dike

  2020-01-14 13:48      426 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civata Giştî ya Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Civata Giştî ya Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (14-01-2020), li Silêmanî, paş kongreya çaremîn, yekemîn civîna xwe bi serokatiya Mistefa Çavreş wek endamê herî bi temen yê civata serkirdayetiyê, saz kir.
Civîn bi rêzgirtin li giyanê pak yê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û slav şandin bi giyanê raberê mezin yê gelê me cenabê Mam Celal, dest pê kir. 
Di civînê de gotûbêjên berfireh û dewlemend li ser temamkirina karên kongreya çarem ku bi Encumena Giştî ya Serkirdayetiyê hatiye spartin, hat kirin.
Di dawiyê de Encumena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê ji bo cîbicîkirina karên xwe, çend biryarek dan:
1 – Pêkanîna lijneyekê ji bo pêdaçûnê bi peyrewa navxwe bike, li gorî biryar û rênîşanên endamên kongreya çarem ya YNKê. 
2 – Biryar hat dayîn, tev dezgeh û organên YNKê, berdewamiyê bidin karên xwe yên asayî yên rojane, heta wê demê ku peykerê nû yê YNKê ji ileyê Encumena Giştî a Serkirdayetiyê ve bê rêkxistin. 
3 – Biryar hat dayîn ku yekem civîna Encumena Giştî a Serkirdayetiya YNKê vekirî bê heştin, heta wê demê ku peyrewa navxwe bê pesendkirin. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî