Festîvala Gelawêj - Emê geşe bî veguhestina demokrasiyê bo nav jiyana sivîl bidin
2018-04-06 00:14     513 Car hatiye dîtin      Şîrove
’Serpereştyarê Festivala Gelawêj Mela Bextiyar
21. Festîvala Gelawêj, îro ( 05-04-2018) destpê kir û dê 3 rojan bidome. Festîval bi gotara serpereştyarê festîvalê Mela Bextiyar destpe kir.
Mela Bextiyar, bal kişand l li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistan û navçeyê û ragihand; Gelawêj di vê demê jî de û di rewşa xerab ya Herêma Kurdistanê de her heye û bireve diçe.
Mela Bextiyar, teqez kir ku ew dixwazin demokrasiyê têkel bi jiyana medenî bikin û demokrasiyê zêdetir pêşve bibin û got: “em, deshilatê bi zarûriyeteke dîrokî dizanin, bi rexnegirtin ê, ne bi rûxandin ê; em ligel deshilatê ne û dijayetiyê nakin, lê em rexne jî lê digrin.”
Mela Bextiyar, da nîşandan; ezmûnê (tecrubeya) aşkere kir ku deshilat zarûriyet e û rexne jî lê digrin; xebata medenî û çawanî veguhestina demokrasiyê ji bo nav jiyanan sivîl, beşek ji karên wan yê sereke ye. Lê, hinek deshilat dixwazin hîç rexneyek nebe, hebûna civakekî rexnegir belgeya hebûna demokrasiyê ye li Herêma Kurdistanê.
Mela Bextiyar da zanîn ku mêvanên navdar ji bo festîvalê vexwandine, lê ji bo wergirtina vîzeyê hin balyozxaneyên Iraqê astengî derxistine bi taybetî ya li Mîsre ku çend kesên şovên li balyozxaneya Mîsrê dijayetiya Kurd dikin.
Mela Bextiyar, diyar kir ku ji welatên Mîsr, Mexrîb, Iraq û Îranê, beşdarî festîvalê bûn e.
Mela Bextiyar, aşkere kir ku heta sala 2025’ê ewê serpereştiya festîvalê bike û paşê, wê destberdar be ji bo kesekî ji wî baştir serpereştiyê bike.
Da zanîn ku Festîvala Gelawêj li hemû Rojhilata Navîn, tekane festîvalê ku 21 sale bê navber tê lidarxistin.
puknow
Amadekar: Metîn Mihemed
Babetên zêdetir