Jimareya mirî û brîndarên erdheja Bakûrê Kurdistanê zê dibe

  2020-01-25 13:19      335 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Dîlokê jî bi pileya 4.8 erdhej rû da

Di erheja şeva raborî de(24-01-2020) ku navenda wê navçeya Sîvrîce ya ser bi parêzgeha Xarpête bû, jimareya kesên canên xwe ji dest dane gihîşt 22 kesan û 1330 kes jî brîndar bûn e.
Li Xarpêtê 18 û li Dîlokê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan e. 
Kar û çalakiyên rizgarîna kesên di bin avahiyên herîfî de mane berdewam dike û heta niha 39 kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin.
Aliyên peywendîdar, bang li welatiyan dikin ku nekevin nav avahiyên ku jiber erdhejê ziyan pê gîhiştiye.
Paş, erdheja ligorî pîvera  rîxterê bi pileya 6.8 ya Sîvrîceyê, li parêzgeha Dîlokê jî 3 erdhej rû dan e ku ya herî bi hêz bi pileya 4.8 bû ye.  
Piştî erheja mezin, bi dehan erdhejên biçûk hêj rû didin û pisporên di werê erdhejê radigihînin ku 2 xetên sereke yên erdhejê ji Turkiye û Bakûrê Kurdistanê re derbas dibin û heta çend heyvekî, hetta bo salek du salan jî egera rûdana erdhejên biçûk heye.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî