Serokkomarê İraqê 3 roj dem ji bo kutle û fraksiyonên parlementoyê diyar kir

  2020-01-29 20:19      120 Car hatiye dîtin        Şîrove
Deshilata serokkomar a desnîşankirina kesekî ji bo postê serokwezîriyê heye

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Ehmed Salih, peyamek pêşkêş bi kutle û fraksiyonên Parlementoya İraqê kir û di peyamê de sê roj dem ji bo wan diyar kir ku li ser berbijêrekî ji bo postê serokweziriyê, bigihêjin biryar dawî. 
Serokkomarê İraqê, daxwaz ji parlementeran kir ku bi lez dest bi danûstanên siyasî yên avaker bikin, da ku li ser berbijerêkî ji bo postê serokweziriyê bigihêjin rêkeftinê ku cîhê razîbûna Gelê İraqê be û paşê, navê wî berbijêrî ji bo serokkomar bê bilindkirin, fermana raspartinê jî ji bo wî derkeve. 
Dr. Berhem Ehmed Salih di peyama xwe de cîh daye van peyvan jî: “hûn dizanin, erkekî niştimanî û destûrî li ser milê serokkomar e ji bo çareserkirina vê krîzê; eger aliyên siyasî nikaribin di dema diyarkirî de vê pirsê yekalî bikin, vêca deshilata min heye ku kesekî hêja ji bo wê postê destnîşan bikim”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî