Divê hevsengiya siyasî li ber çav bê girtin

  2020-02-09 14:41      510 Car hatiye dîtin        Şîrove
Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)

Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (09-02-2020), li Silêmanî, civîna xwe a asayî li dar xist û encamê civînê bi danezanekê bi raya giştî re par ve kir. 
Teksta danezanê:
Danezana civîna Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya 
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya YNKê bi serokatiya serokê encumenê Kosret Resûl Elî, civîna xwe a asayî ya heftiyanê, saz kir. 
Di civînê de tekezî li ser biryarên civîna raborî ya encumenê hate kirin, bi taybetî  ku civînên Encumena Giştî a Serkirdayetiyê, berdewam in; bi hêviya wê yekê ku tev organên YNKê ji Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya YNKê, heta organên din, bi hûrgilî biryaran di hemû waran de pesend bike û qonaxa hestiyar ya niha ji bo serxistina biryarên kongreyê û cîbicîkirina tev erkan ligorî pêwîstî û hevsengiya siyasî û hizbayetiyê yên cûrbicûr li ber çav bê girtin. 
Di derbarê rewşa aloz a İraqê û navçeyên pirsgrêk li ser in de metirsî hebû bizavên terorîstên DAIŞê zêde bibe û rewşa hestiyar a İraqê ji bo xwe bi derfet bizane; lewra, biryara pêwîst ji aliyê Serokê Encumena Bilind ve derbarê Hêzên 70’ê û rêkxistina Hêza Pêşmerge û rûbirûbûna terorîstan, di çarçoveya siyaset û stratejiya leşkerî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û Wezareta Pêşmerge de, hate dayîn. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî