Herêma Kurdistanê bi stratejiyek hevbeş dê li Bexdadê tevbigere
2020-02-11 18:25     330 Car hatiye dîtin      Şîrove
Fraksyonên kurdistanî xwe ji bo pêkanîna hevpaymanîyê li Bexdadê amade dikin
Civîna hevpar a alîyên sîyasî, bi amadebûna Cîgirê Parlementoya İraqê û fraksiyonên kurdistanî yên li Parlementoya İraqê, îro (11-02-2020), li Hewlêrê, bi serperiştîya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna herdû cêgirên Serokê Herêmê, hate li darxistin.
Di civînê de gotûbêj li ser rewşa Îraqê û pêngavên yekxistina helwêstê alîyên sîyasî, fraksyon û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê, hate kirin ku bi çi cûrî serederiyê ligel pêşhatên qadên sîyasî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê û gavên pêwîst ji bo pêkanîna hevpeyamanîya kurdistaniyê bikin.
Beşdarvanên civînê, hevra bûn ku pêwîste bi yek helwêstî serederiyê ligel tev pirsgrekan bê kirin û gavên piraktîkî jî bo pêkanîna hevpaymanîyê bên avêtin û peyreweka giştgîr jî ji bo vê armancê bê amadekirin ku cihê pesindkirina tev firakisyonan be.
Rewş û pêşhatên Îraqê bi hûrgilî hatin nirxandin û tekezî li ser pêwîstîya vegerandina îstîkrara ewlehî û sîyasî ji bo welat û bikarneanîna tundûtîjîyê dijî xwenîşanderên sivîl û pêkanîna daxwazên rewa yên wana taybet bi xizmeguzarîyan û siberojeke baştir, hate kirin.
Pêngavên pêwîst yên ji bo pêkanîna hukûmeta nû a Îraqê jî yek ji mijarên sereke yên civînê bû. Aliyên civînê, hevdeng bûn li ser vê yekê ku berjewendiyên bilind yên Herêma Kurdistanê, parastina statuya destûrî û sîyasî ya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên Gelê Kurdsitanê û deverên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bingeha sereke û hevpariya alîyên sîyasî be. Avêtina her gaveka pêkanîna kabîneya nû jî dê di çarçoveya hemahengiya di navbera alîyên sîyasî û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê be, bi awayekî ku mafên Herêma Kurdistanê têde parastî be û para tev alîyan di duristkirina biryarê hevbeş de hebe.
Di civînê de dilniyayî bi Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve, hate dayîn ku di gotûbêj û rêkeftinan de mafên hemwelatîyên Herêma Kurdistanê dê bingeha neguher ya hemûyan be.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir