YNK bi tûndî êrişa DAIŞê ya bo ser gundê Çexmaxe şermezar kir
2020-02-19 10:31     233 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hevahengiya hikûmeta merkezî û Hêza Pêşmerge a Kurdistanê, rêya herî başe ji bo rêgirtin li bizavên terorîstan
Teksta danezanê:
Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi tûndî êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser gundê Çexmaxe yê ser bi navçeya Dûbiz ya parêzgeha Kerkûkê, şermezar dike ku jiber wê 4 hemwelatiyên sivîl şehîd bûn û du hemwelatî jî brîndar bûn.
Di demekê de ku em sersaxiyê li kesûkarên şehîdan dikin, hêviya zû başbûnê ji bo brîndaran dixwazin. Em tekez dikin ku pêwîste bi lezgînî karê ciddî ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û pirkirina valahiya ewlehiya navçeyê bê kirin ku jiber nebûna Hêza Pêşmerge a Kurdistanê durust bûye û bûye sedema durustbûna metirsiyê li ser jiyana rojane a welatiyan.
Pêwîste hikûmeta federal, berpirsyariya niştimanî û resmî ya li ser milê xwe ya beramber şêniyên navçeyê, cîbicî bike ku jiber ne jêhatiya îdareya parêzgehê û ne guncan ligel îradeya pirrengin ya şêniyên wê, durust bû ye.
Hêza Pêşmerge di rûbirûbûna polayîn ya dijî terorîstên DAIŞê de, bi praktîkî û bi xwînê, xelkê Kerkûk û navçeyên qutkirî bi tev netewên xwe, parastiye. Niha jî em dikarin bi hemahengiya ligel hêzên hikûmeta federaliyê, aramî û ewlehiyê pêk bînin, daku hemû aliyek rê li tevliheviya ewlehî û koç û koçberiya bi zorê,bigre.
Encumena Serkirdayetiya YNKê, nûnerên YNKê li parlementoyê û tev nûnerên Kerkûkê bi hemû arastê û pêkhateyan ku bi deng û baweriya xelkê Kerkûkê û navçeyên qutkirî hatine hilbijartin, han dide û bi wan dispêrê ku hemû karînên xwe ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê bixin ger û bikin karên xwe yên sereke ku em, ji wê qudreta wan dilniyane û bi palpiştiya xurt û lezgîniya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî di hemû astekî de dilniyayî didin.
Hevahengiya hikûmeta merkezî ku niha zêdetir mijûlî rewşa Bexdadê ye, ligel Hêza Pêşmerge a Kurdistanê, rêya herî başe ji bo rêgirtin li bizavên terorîstan.
Nemirî ji bo şehîdên Çexmaxe û tev şehîdên bi destê terorîstan û tenduristiya baş ji bo brîndaran û serbilindî ji bo xelkê berxwedêr yê Çexmaxe.
Encumena Serkirdayetiya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
19-02-2020
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir