Kerkûk - Jiber vîrusa korona ji bo xwendingeh û fermangehan betlane hat ragihand
2020-02-25 19:20     425 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Kerkûkê, jiber vîrusa koronayê navber bi proseya xwendinê hat dayîn
Piştî aşkerebûna tûşbûna çar kesan bi vîrusa koronayê li Kerkûkê, îdareya Kerkûkê biryar da heta demekî ne diyar li hemû xwendingehên seretayî, navendî û zanîngehan, behnvedana resmî be.
Herwiha, ji bilî bingehên tenduristiyê û xizmetguzariyên sereke, ji bo praniya fermangehan jî bêhnvedana resmî hat ragihandin.
Ji bo rûbirûbûna metirsiya belavbûna vîrusa koronayê jî lijneyek taybet hatiye pêk anîn û nexweşxaneya Key Wan ji bo tûşbûyên koronayê hat terxankirin.
Ji bo 15 rojan jî rê li gerandina şahî, sersaxî û boneyan, hat qedexekirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir