Bi sedan hevwelatî ji Îranê bi bê pişkinîna tenduristî vegeriyan ê Herêma Kurdistanê
2020-03-01 10:42     353 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê hevwelatiyên ji Îranê vegeriyan ê Herêma Kurdistanê, pişkinîna vîrusa korona bikin
Wezaretên Navxwe û Tenduristî yên Herêma Kurdistanê, daxwaz ji wan hevwelatiyan Herêma Kurdistanê dike ku bê pişkinîna tenduristî ji Îranê vegeriyane Herêma Kurdistanê, serdana bingehên karantinayê taybet vîrusa koronayê, bikin
Wezareta Navxwe, ragihand ku bi sedan hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi bê pişkinîna tenduristî ji Îranê vegeriyan e û metirsiyê li ser malbat û kasûkarên xwe durust dikin.
Jiber belavbûna vîrusa koronayê li Îranê, Herêma Kurdistanê tedbîrên xwe li ser xalên gumrîkî zêde kirin e û deriyên gumrikan jî ji bo geştûguzariyê hatine daxistin.
Hikûmeta Tirkiyê jî duhî (29-02-2020), geştên asmanî yên welatê xwe jiber metirsiya vîrusa koronayê rawestand û deriyên gumrikê jî daxist.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir