Çar kes li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya korona ketin e
2020-03-01 20:15     432 Car hatiye dîtin      Şîrove
Tûşbûyên vîrusa koronayê li Silêmanî di jêr karantinayê de ne û tenduristiya wan baş e
Wezareta Tenduristî a Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku 4 kes li bajarê Silêmaniyê bi nexweşiya korona (COVID-19) ketin e ku malbetek sê kesî û jinek e û berê serdana Îranê kirin e.
Wezareta Tenduristiyê, radigihîne; îro (01-03-2020) di 24 demjimêrên bûrî de li ser 24 gumanbaran pişkinîn hatine kirin û ligorî encamên pişkinînê, 4 ji wan ku şêniyên bajarê Silêmaniyê ne, hilgirê vîrusa koronayê ne û berê serdana Îranê kirin e. Nih ew hevwelatiyên Kurd li bajarê Silêmaniyê li nexweşxaneyek taybet bi vîrusa koronayê di jêr çavdêriyê de ne û rewşa tenduristiyan wan, baş e.
Wezareta Tenduristî, daxwaz ji hevwelatiyan dike ku pêbend bin bi biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariya dezgehên peywendîdar bikin ji bo bigihêjin ew kesên guman li ser wan heye û dûr in ji çavê tîmên tenduristiyê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir