Guman heye, li Herêma Kurdistanê kesek ji ber nexweşiya koronoyê miri be

  2020-03-04 12:34      313 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî, kesek ji ber nexweşiya koronoyê mir

Li bajarê Silêmaniyê, melayekî mizgevtê ku guman tê kirin, pêştir bi nexweşiya korona ketiye, canê xwe ji dest da. 
Ligorî zanyariyên bi destê PUKnow ketiye; ew kesê canê xwe ji dest daye 70 salî bû ye. Nexweşiyekî wî ya demdirêj hebû ye û du rojan jiber xerabûna tenduristiyê li nexweşxaneyê hatiye razandin. Di dema li nexweşxaneyê de bû ye, pişkinînên despêkê yên tenduristiyê jî nîşan didin ku guman heye, hilgirê nexweşiya vîrusa koronayê be.
Lêkolîn berdewam e, paş encamê pişkinîna vîrusa koronayê, sedema mirina wî kesî dê aşkere bi be.  
Ew kesê canê xwe ji dest daye, mela bû ye û li mizgevtekî nav bajarê Silêmaniyê pêşnimêjî dikir. 
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî