Herêma Kurdistan - Haletên tûşbûn bi nexweşiya koronayê gîhîşt 9 kesan
2020-03-07 13:39     313 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Hewlêrê kesek bi nexweşiya vîrusa koronayê ketî ye
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku jinek (33) ku li bajarê Hewlêrê nişteciye, tûşî vîrusa koronaya nû (COVID-19) bû ye.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir; jimareya kesên bi nexweşiya koronayê ketine li Herêma Kurdistanê bi giştî gîhiştiye 9 kesan ku di nêv wan de kesekî canê xwe ji dest da ye. 8 haletên tûşbûnê jî li Silêmanî, hatine tomarkirin.
Li 30 bingehên taybet yên tenduristiyê 2804 kes hatibûn karantînakirin û ji wana 982 hevwelatî pak derketine û vegeriyane nav kesûkarên xwe.
Li bajarê Kerkûkê jî ew sê kesên ku bi nexweşiya koronayê ketibûn, tenduristiyan wan baş bû ye û laşê wana ji vîrusê pak bû ye.
Rêveberê Çavdêriya Tenduristî ya Kerkûkê, ragihand ku pişkînên wan sê kesan li Bexdadê hatine kirin û ligorî encamên wê, tenduristiya wan başe û çi pirsgrêkekî wan nema ye.
Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanî jî ragihand ku eger heye, praniya haletên tûşbûn bi vîrusa koronayê yên li İraqê, baş bibin.
Rêveberê Nivsîngeha Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanî li İraqê Edhem Îsmaîl, da zanîn ku encamên pişkinînan nîşan didin, praniya haletên tûşbûn bi vîrusa koronayê yên li İraqê, sivikin û egera başbûna wan gellekî zêde ye, tenê metirsî li ser nexweş û bisalçuyan, heye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir