Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo fermanberan betlana resmî ragihand

  2020-03-09 20:02      427 Car hatiye dîtin        Şîrove
Behnvedana resmî, Hêzên Pêşmerge, Asayîş û Asayîşa Navxwe û saziyên tenduristiyê, li xwe nagre

Ji bilî Hêzên Pêşmerge, Asayîş û Asayîşa Navxwe û saziyên tenduristiyê, behnvedana resmî ji bo sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, hate ragihandin. 
Îro (09-03-2020), li Hewlêrê, civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û bi amadebûna wezîr û aliyên peywendîdar, hat lidarxistin. 
Di civînê de tekezî li ser berdewambûn li ser tedbîrên rêgirtinê ji bo belavbûna vîrusa koronayê hat kirin û ev biryar hatin standin. 
1 – Li tev wezaret, fermangeh û sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, ji bilî Hêzên Pêşmerge, Asayiş, Asayişa Navxwe, sazî û dezgehên tendirustî, ji roja 12ê Adar a 2020an, heta roja 26ê Adar a 2020an bêhnvedana fermî ye û rojên 27 û 28ê heman heyvê, bêhnvedana dawî a heftiyê ye. Roja Yekşemiyê 29ê Adar a 2020an dewama resmî despê dike.
2 - Li navendên xwendinê yên ser bi Wezareta Perwerdeyê (resmî û taybet), roja 28ê Adar a 2020an proseya xwendinê destpê dike. Pêvajoya xwendinê li zanîngeh û peymangehan yên ser bi Wezareta Xwendina Bilind jî roja 1ê Nîsan a 2020an despê dike.
3 - Wezareta Tenduristiyê bi rêya sîstema xeferiyê, dê berdewam be li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustî yê.
4 - Wezaretên xizmetguzarî, bi rêya xeferî dê berdewam bin di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî de û ji bo vê armancê jî rênîşanên pêwîst bên derbixin.
5 - Dawî dem ji bo vegera hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji Komara Îslamî a Îranê bo nav Herêma Kurdistanê, roja 15ê Adar a 2020an e. Ji 16ê Adar a 2020an heta 1ê Nîsanê 2020an rê nayê dayîn ku ji Îranê vegerin. Herweha, berdewamiya tevgera bazirganî jî dê ligorî rênîşanan be.
6 - Terxankirina qonaxa dûyem a bûdceyê ji bo dabînkirina pêdawistiyên tendirustiyê ji bo rûbirûbûna nexweşiya korona yê.
7 - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê hate erkdarkirin ku berdewam bin li ser rêkarên di çarçoveya siyaseta rûbirûbûna vîrusa koronayê de.
8 - Raspartina Wezîrê Dadê ji bo çalakkirina dozgerê giştî ji bo wergirtina rêkarên yasayî li hemberî wan kes û aliyan û kenalên medyayê ku beravajî rênîşanên hikûmetê kar dikin û dibin sedema aloziyan.
9 - Pêdan a desthilatê bi parêzgaran û serpeştyarên yekeyên îdarî yên serbixwe û lijneyên qaymiqamiyetê ji bo rêxistin û çavdêkirina bazara navxweyî.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî