Qedexeya hatûçûnê 72 demjimerên din hat dirêjkirin

  2020-03-15 19:31      266 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî û Hewlêrê, qedexeya hatûçûnê 3 rojên din hat dirêjkirin

Wezareta Karên Navxwe a Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê (COVID-19) de qedexeya hatûçûnê di nêv bajarên Silêmanî û Hewlêrê de 72 demjimêrên din dirêj kir. Qedexeya hatûçûnê, roja 16-03-2020an ji demjimêr 00:00 ve despê dike. 
Herwiha, hatûçûna di nêvbera bajar û bajarokên herdû parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê de ji bo 72 demjimêran qedexe dike. Qedexeya hatûçûnê di nêvbera bajar û bajarokan de 17 Adar 2020an ji demjimêr 00:00 despê dike. 
Ji aliyê din ve deshilat bi parêzgarên Silêmanî û Hewlêrê hate dayîn ku rêkarên pêwîst bigrin ber ji bo dabînkirina pêwistiyan hevwelatiyan. 
Dawiya roja 16 Adar 2020an heta demjimêr 23:59an, deriyên gumrikan (Perwêzxan, Hacî Omeran, Brahîm Xelîl û Başmax)dê ji bo vegera hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji derveyî welêt, dê vekirî be. Piştre heta roja 1 Nîsan 2020an dê ji bo hatûçûna welatiyan qedexe be. Tenê, bazivên bazirganiyê dê berdewam be. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî