Li Herêma Kurdistanê 1 û li İraqê 6 kesên din bi vîrusa koronayê ketine

  2020-03-18 18:48      109 Car hatiye dîtin        Şîrove
Heta niha, li Herêma Kurdistanê 39 û li İraqê 126 haletên tûşbûnê bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin

Wezareta Tendirustî a Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê (nahiya Tekiye) keçekî 5 salî tûşî vîrusa koronaya nû (Covid-19) bûye û bi vî awayî, hejmara tûşbûyên Covid-19ê li Herêma Kurdistanê, gihîştiye 39 kesan.
Wezareta Tenduristiyê a Îraqê jî 6 haletên din yên tûşbûnê bi vayrosa korona ya nû (KOVID- 19) ragihand.
Wezareta Tenduristiyê a Îraqê, aşkere kir ku 5 kes li Parêzgeha Bexdadê û kesek jî li Parêzgeha Dîyala, bi êşa koronayê ketine.
Ligorî amarên dawîn, heta niha, hejmara tûşbûyên vayrosa koronayê li Îraqê ku Herêma Kurdistanê (39) jî li xwe digre, gîhiştiye 165 haletan.
Ji vê hejmarê, 43 kes baş bûne û 12 kesan jî canên xwe ji dest dan e.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî