Dije terorê 8 koçberên Kurd rizgar kir
2018-05-11 18:43     357 Car hatiye dîtin      Şîrove
Dije Terorê 8 kurd ji destê Eniya Nusre li Suriye rizgar kir
Bi hewlên Lahur Şêx Cengî Hêza Dije Terorê, 8 welatiyên Kurd ku xelkê Silêmanî û Hewlêrê bûn, ji destê Eniya Nusre li Sûriye hatin rizgarkirin û bi selametî gîhandin Silêmanî.
Lahur Şêx Cengî li Silêmanî ji çapemeniyê re ragihand; ev koçberên hanê, demeke ji aliyê Tirkiyê ve radestî Sûriyê hatibûn kirin ku jiber Eniya Nusre û çekdarên din metirsî li ser jiyana wan hebû û got: “paş hewlên zêdê yên hêzên dije terorê û rêkeftin ligel hevalên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), karîne kar hêsaniyê bikin û wana rizgar bikin û vegerînin”.
Herwiha, aşkere kir ku niha ew 8 kurdên Herêma Kurdistanê, gîhîştina malbatên xwe.
puknow
Babetên zêdetir