Hêzên 70 yên Pêşmerge beşdarî proseya serxistina rêkarên tenduristî û cîbicîkirina wê dike

  2020-03-24 20:29      76 Car hatiye dîtin        Şîrove
Pêşmerge beşdariya proseya parastina tenduristiya hevwelatiyan dike

Fermandarê Hêzên 70 yên Pêşmerge Mistefa Çavreş, di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku hevkar û piştevanê hemû hêz û yekeyên îdarî yên Herêma Kurdistanê ne ji bo serxistina rêkarên (tedbîrên) tendurîstî û rêvebirina wê û parastina tenduristiya hevwelatiyan.
Mistefa Çavreş, aşkere kir ku li ser daxwaza yekeyên îdarî, Hêzên 70 ligel hêzên asayîş û polîsê navxwe, beşdarî dike ji bo cîbicîkirina tedbîrên tenduristiyê û birêvebirina biryaran. 
Mistefa Çavreş, got: “ligel ku erkê serekî Hêzên 70 yên Pêşmerge parastina sînorên Herêma Kurdistanê ye, lê amadane ji bo cîbicîkirina her erkekî bi me bê spartin ji bo parastina Herêma Kurdistanê û canê hevwelatiyan û baştir cîbicîkirina qedexeya hatûçûn ê”.
Fermandarê Hêzên 70 yên Pêşmerge, daxwaz ji hevwelatiyan jî kir ku rênîşanên xwe parastinê ji vîrusa koronaya nû, cîbicî bikin û ji malên xwe dernekevin, da ku bi hev re dijî vê nexweşiyê têbikoşin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî