Donald Trump û Kim Jong-un li Sîngapûrê civiyan
2018-06-12 09:17     738 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê Amerîkayê û serokê Korya Bakûr li Sîngapûrê civiyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Korya Bakûr Kim Jong-un li welatê Sîngapûrê civiyan.
Civîna navbera herdu serokan ji ragihandinê re daxistî hat encamdan. Di civînê de tenê Donald Trump û Kim Jong-un û du wergêrên ziman amade bûn. Wefdên dîplomatîk yên Amerîka û Koreya Bakur jî li derveyî jûra civînê, man.
Hevdîtina dualî ya navbera Trump û Kim Jong-un derdora nîv demjimêrê dom kir û piştre, herdu serokan bi beşdariya wefdên welatên xwe, li jûreke din dest bi civîneke din lidarxistin.
Herdu serokan, liber kamerayên ragihandinê lihevtêgihîştinnameyek îmzekirin û li ber çavên kamerayan destên hev givaştin.
puknow
Babetên zêdetir