Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi êşa koronayê ketine

  2020-04-03 00:28      394 Car hatiye dîtin        Şîrove
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 11 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di encama pişkinînan de, 11 tûşbûyên din ên bi vîrusa koronaya nû, COVID-19, hatine destnîşankirin ku 6 zilam, 2 jin û 3 jî zarok in.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, 8 kes ji wan tûşbûyan, li parêzgeha Silêmaniyê hatine tomarkirin ku yek ji wan li navçeya Derbendîxan e.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, 3 zarok li parêzgeha Helebcê tûşî koronayê bûne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê, 201 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 61 kes baş bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Puknow

Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî