Hatinûçûna piyade û bi otomobîlê 48 demjimêran tê qedexekirin

  2020-04-04 09:23      355 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hatûçûna piyade û bi otomobîlê îro demjimêr 12:00ê despê dike

Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, hatinûçûna piyade û bi otomobîlê bi temamî qedexe kir û her kesê vê biryarê binpê bike dê bê cezakirin.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku  ew qedexe, ji demjimêr 12:00ê roja Şemiyê (04-04-2020) despê dike û dê 48 demjimêran berdewam bike.
Market, nanxane û cihên ji bo xizmetkirina hevwelatiyan ku berê rê pê hatibûn dayîn, dê ew jî bên girtin. Tenê wê dermanxane bi dorê vekirî bin.
Wezareta Navxwe dide zanîn ku dabeşkirina mûçeyan dê berdewam bike bi mercê wezaret û fermangehên peywendîdar, pêwîste pêşwext hemhengiya temam li gel jûra operasyonan bikin û di dema wergirtina mûçe de divê di navbra 2 kesan de herî kêm du metr dûrahî hebe. 
Wezareta Tendirustiyê diyar dike ku ev biryar ji bo xwe parastin û rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê hatiye standin û her kesê binpê bike, dê bê desteserkirin û otomobîl jî dê ji trafîkê bê ragirtin.
Puknow

Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî