Lijneya Bilind ya Operasyonan a Parêzgeha Silêmaniyê bi çend biryarekî jiyana rojane rêk dixe

  2020-04-07 10:36      351 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qedexeya çûnûhatinê heta roja 10-04-2020an hat dirêjkirin


Lijneya Bilind ya Operasyonan Parêzgeha Silêmaniyê, duhî (06-04-2020), civiya û biryar li ser qedexeya çûnûhatinê û mekanîzmaya jiyana rojane da. 
Di civînê de biryar hat dayîn ku qedexeya temam ya hatûçûnê di nêvbera demjimêrên 18:00ê heta 00:00ê de heta roja 10-04-2020an berdewam be. 
Deshilata temam bi qaymeqamiyetên sînorê Parêzgeha Silêmaniyê hat dayîn ku ji demjimêr 00:00ê heta 18:00ê xizmetguzariyên giştî û pêdiviyên rojanê di çarçoveya tedbîrên Parêzgeha Silêmanî û rênîşanên tenduristiyê de planên xwe cîbicî bikin. 
Hatûçûn ji demjimêr 00:00ê heta 06:00ê hat sînordarkirin, tenê ji bo karên pêwîst ligorî rênîşanên tenduristî, birêvebirî û aramiyê li sînorê qaymeqamiyeta navçeya Silêmanî dê rê pê dayîn. 
Di vê çarçoveyê de ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke yên rojana yên hevwelatiyan wek xwarin û derman û destbikarbûna kertên din yên jiyana rojane, bi giştî jiyan hat rêkxistin ku pêwîste tedbîrên tenduristiyê yên dijî zêdetir belavbûna vîrusa koronayê, bên cîbicîkirin.
Qedexeya hatûçûne bi otomobîl û piyade, duhî (07-04-2020) di demjimêr 00:00 de bi dawî bibû.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî