Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi êşa koronayê ketine
2020-04-07 19:05     377 Car hatiye dîtin      Şîrove
Ji 288 kesan, 105 tûşbûyên koronayê baş bûne û 3 kesan jî canên xwe ji dest daye
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de 928 pişkinînên tenduristiyê hatine kirin û di encam de 11 pêketiyên nû bi vîrusa koronayê (COVID-19), hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku li Parêzgeha Hewlêrê 5, li Silêmanî 2, li Duhok 3 û li Helebce 1 kes bi nexweşiya koronayê ketine.
Bi vî awayî, koma giştî kesên bi vîrusa koronayê ketine li Herêma Kurdistanê gîhişt 288 kesan. 105 ji wana baş bûne û 3 kesan jî canên xwe ji dest daye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir