Li Herêma Kurdistanê 125 kes baş bûne ku hilgirê vîrusa koronayê bûn
2020-04-09 11:00     404 Car hatiye dîtin      Şîrove
Ji 310 kesên bi vîrusa koronayê ketine, 125 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane
Li Herêma Kurdistanê, 310 kes bi êşa koronayê ketine û ji wana 3 kesan canên xwe ji dest dane
Wezareta Tendirustî a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Parêzgeha Helebcê zarokekî 9 salî bi virusa koronayê ketiye.
Wezareta Tendirustiyê, duhî (08-04-2020) derengê şevê, aşkere kir ku zarokekî temen 9 salî li Helebce, bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketiye û ligor amarên dawîn li Parêzgeha Helebceyê bi giştî 21 kes bi vê nexweşiyê ketine.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha, 310 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 125 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir