Divê qurbanî û jana enfalê bibe hevîna xurtkirina xebatê
2020-04-14 00:45     614 Car hatiye dîtin      Şîrove
Qurbanî û jana enfalê nayê jibîrkirin
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YN) bi helkefta 32. salroja bîranîna enfalê, beyannameyek weşand û têde ragihand; qed qurbanî û jana mezin a enfalê jibîr nakin û ji bo gîhîştin bi mafên destûrî û demokratîk yên Gelê Kurd, dê xebatê xurtir bikin.
Teksta danezanê:
Beyannameya Polîtburoya YNKê bi helkefta 32. Salroja tawanên enfalê.
Kesûkarên serbilind yên enfalkiriyan yên civaka Kurdistanê.
32 sal beriya niha di berdewamiya siyaseta hovane de ji bo qirkirin û jinavbirina nejadî a Gelê Kurdistanê, Rejîma Beasê faşîst bi serokatiya Seddam Hiseynê dîktator, ligor nexşeyekî leşkerî û bi 8 qonaxan, proseya tawanên enfalê birêve bir ku di encam de 182 hezar mirovên sivîl û bê tawan yên Kurd; jin, zar, ciwan, pîr û kal piştî veguhestina ji bo zindanan û îşkenceya derûnî û cesteyî ya zêde, bi zindî hatin binaxkirin. Beşekî zêde ji wan, hêj çarenivîsa wan ne diyare. Armanca Rejîma Beas ji Enfalê, tenê kuştina bi dehan hezar mirovên sivîl nebû, hevdem 5 hezar gund herifand û jêrxana aboriya Kurdistanê jî wêran kir û dixwast proseya asîmîle û guhertina demografiyê li Kerkûk û navçeyên din yên kurdistanî, temam bike.
Paş proseya azadiya İraqê di Nîsana 2003yê de li Dadgeha Bilind a İraqê, Dosyeya Enfalê wek tawana dijî mirovayetî û jenosîd hat naskirin û beşek ji wan tawanbarên serekî yên tawanê jî hatin cezakirin. Lê, hêj erkê me hemûyan di vî warî de kota nebûye; pêwîste hemû tometbarên daxwazkirî bibin ber destê dadgehê û rêkarên din yên yasayî yên dosyeyê bên temamkirin... Pêwîste, warisên enfalkiriyan manewî û madî bên qerebûkirin, jiyanekî baştir û şayiste ji bo wan bê pêkanîn. Di astê nêvdeweletî jî de hewl bên xurtkirin ji bo bi jenosîd nasandina tawana Enfalê. Niha paş derbasbûna zêdetir ji 30 salan, em, vê tawana hovane û enfalkiriyên me yên hêja bi bîr tînin. Slavê wefa û kedê dişînin ji bo ruhê pak yê enfalkiriyan û di astê berxwedêrî û jana kûr ya kesûkarên wan yên serfiraz de serî diçemînin û radigihînin ku qet qurbanî û jana mezin ya Enfalê jibîr nakin û emê wê bikin hevîna xurtkirina zêdetir ya xebatê ji bo pêkanîna mafên rewa yên destûrî û demokrasiyê ku bi dehan hezar şehîd û enfalkirî canên xwe ji bo vê armancê bexşîn e.
Mixabin, îsal, 32. salroja bîranîna Enfalê, hevdeme ligel belavbûna vîrusa koronayê û jiber rêkarên xweparastinê û parastina giyanê hevwelatiyan, nikarin çalakî û merasîmên hêja lidar bixin. Lê, ev tawan, herdem di wîjdanê me yê neteweyî de dê zindî bimîne û qet, jana enfalkiriyên me, berxwedêrî, jana kûr ya kesûkarên wan yên serfiraz jibîr nakin û heta hetayî dê zindî bimîn e.
Slav ji bo giyanê qurbaniyên jenosîda Enfalê.
Slav li berxwedêriya kesûkarên serbilind yên enfalkiriyan.
Rûreşî ji bo encamderên tawanên Enfalê.
Serkevtina ji bo îradeya xurt ya Gelê Kurdistanê
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
13-04-2020
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir