Qedexeya hatinûçûnê heta 23ê Nîsanê hate dirêjkirin
2020-04-16 20:57     395 Car hatiye dîtin      Şîrove
Wezareta Navxwe qedexeya hatinûçûnê ji bo rêgirtin li belavbûna koronayê dirêj kir
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên rêgirtin li vîrusa koronaya nû (covid-19) de qedexeya hatinûçûnê ku îro (16-04-2020) bi dawî dibe, li hemû Herêma Kurdistanê heta roja 23-04-2020ê dirêj kir û her kesê binpêkariyê bike dê bê cezakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hatûçûna piyade qedexeye, tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên rojane û haletên nexweşiyê, dê rê were dayîn.
Di demjimêrên nêvbera 18:00 heta 24:00ê de qedexeya hatinûçûnê li tevaya Herêma Kurdistanê, wê bê cîbicîkirin; tenê rê bi bi hatinûçûna otomobîlên hêzên ewlehî û tîmên tendirustî û ambûlans û yên di erkên fermî de ne, bê dayîn.
Deshilat bi parêzgeh û îdareyên serbixwe tê dayîn ku ligorî ew rêzbendiya pêşniyar kirine di nêvbera demjimêr 00:00 heta 18:00ê de rê bi vekirina wan cîhên xizmetguzariyan dê bê dayîn ku pêwîstiya hevwelatiyan pê heye bi taybetî kerta çandiniyê.
Hatûçûn di nêvbera parêzgehan û îdareyên serbixwe de bi temamî qedexeye.
Cîbicîkirina biryara dirêjkirina qedexeya hatinûçûnê, demjimêr 00:00 yê roja 17ê Nîsan 2020ê destpê dike.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir