YNK bi çi cûrekî ne ligel aloziyekî leşkerî û ragihandinî ye û rê bi alozkirina rewşê nade
2020-04-17 04:48     485 Car hatiye dîtin      Şîrove
Ji bo nehiştina alozî û xemgîniya havwelatiyan, divê bi lez fermana kişandina tev hêzan bê dayîn
Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (16-04-2020), li Silêmanî, bi serpereştiya Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, civiya.
Danezana encamê civînê:
Çîn û taxên civaka Kurdistanê!
Di demekê de ku hevwelatî û Herêma Kurdistan û Cîhan mijûlî çawanî rûbirûbûna vîrusa koronayê ye; tirs û xofa jiber tenduristî û aboriya civakî bondora xwe li hevwelatiyan kiriye, YNK hemû organ û karînên xwe ji bo hevahengî û hevkariya yekeyên îdarî û Hikûmeta Herêmê, terxan kiriye.
Di vê demê de li şûna aramgirtina hevwelatiyan di warê derûnî û dabînkirina debara wan, mixabin em dibînin, rûgehek di nêv Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de bi armancên cûda cûda û bi bername darêjî, êrişên ne rewa dikin ser YNKê û serkirdayetiya wê ya nû ku çendîn care jî dubare dibe. Di despêkê de bi girtina hejmarek heval û kesûkarên şehîdên YNKê û paşan bi hevberdana du dezgehên ewlehiyê û îstîxbaretê yên ser bi hikûmetê û Serokatiya Herêma Kurdistanê; bi wê rêyê jî rexnegirtin û tometbarkirina YNKê, heta anîna hêzên liwaya Wezareta Pêşmerge ji bo cîhekî aram wek Zînî Wertê bi bahaneya kontrolkirina belavbûna şewba koronayê; ev ligel nedana para budce û hevkariya rêxistinên cîhanî û navxweyî ku li ser jimareya hesabê taybet ya Hikûmeta Herêmê ye û bê beşkirina parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germiyan û Raperîn ê.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi nerîngeha hestkirin bi berpirsyarî û hestiyariya rewşê, heta niha bi hêjayî tevgeriyaye; her ji bo vê jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê dike, wek Fermandarê Giştî yê Hêza Peşmerge a Kurdistanê, herwiha li ser daxwaza rewa yê xelkê derdora Zînî Wertê û ji bo nehiştina alozî û xemgîniya havwelatiyan, bi lez fermana kişandina tev hêzan bide û ewlehiya navçeyê bi hêzên asayîşa navxwe bispêre. Herwiha, em daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin ku ji bo aramiya navçeyê û parastina serû malên xelkê û bêkû bahanê biden bidest, hêzên xwe ji navçeyê dûr bigrin.
Hevwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê!
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), carekî din dilniyayiyê dide we ku di vê rewşa hestiyar de bername û têkoşîna bi lez, bi rûyê parastina jiyan û tenduristiya hevwelatiyan û dabînkirina qûtê wan e ku ev belaya cîhanî bandoriya xwe dike; bi vê helkeftê jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bi lez çareseriyê ji bo debara xelkê hejar peyda bike ku jiber pêbendbûna wan bi rênmayiyên hikûmetê, zerermendên yekem in.
Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku serkirdayetiya nû ya YNKê ligel tavlihevî û aloziya leşkerî û ragihandinî nine û jiber parastina berjewendiyên xelkê me, wek herdem, emê beşek bin ji çareseriyê û bi çi cûrekî rê bi aliyê alozkirina rewşê nadin.
Rewşa Kerkûk, Musil, Xaneqîn, Xurmatû, Mexmûr û Kuleco jî mijara gotûbêjê bû ku wekî hûn jî agahdarin di heyama çend rojên raborî de rewşa ewlehî û leşkerî ya wan navçeyan ne di astê pêwîst de ye; ligel mijûliya sazî û dezgehên hikûmetê bi rewşa tenduristiya welêt û rûbirûbûna belavbûna vîrusa koronayê, ev hemû bûne sedema durustbûna valahiya leşkerî û asayîşê li navçeyê û zêdebûna bizavên terorîstên DAIŞê. Di encam de hejmara qurbaniyan ji şehîd û birîndarkirina hêzên Pêşmerge, Artêşa İraqê, hevwelatî û cotyaran her diçe zêde dibe, ji bilî belavbûna tirs û xofê li nav şêniyên wan navçeyan ji hemû pêkhateyan.
Lewra, em tekez dikin; carekî din Hikûmeta Federal a İraqê, li serû hemûyan Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên İraqê, pêdaçûnê li ser rewşê bike û hevahengiyê ligel hêzên Pêşmerge û Artêşa İraqê û tev hêzên ewlehiyê bike ji bo parastina navçeyê û rûbirûbûna tawanên DAIŞê ku ji bo hevwelatiyên bûnê cîhê tirs û dilgiraniyê.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
16-04-2020
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir