Dukan û bazarên Silêmaniyê tenê ji bo piyadeyan hatin vekirin

  2020-04-19 14:15      624 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dukan û bazarên Silêmaniyê bi mercê cîbicîkirina rênmayiyên tenduristiyê vebûn

Li Parêzgeha Silêmaniyê, dukan û bazar bi mercê cîbicîkirina rênmayiyên tenduristiyê, îro (19-04-2020), hatin vekirin. 
Di çarçoveya biryarên Parêzgariya Silêmaniyê de bazar û dukan di nêvbera demjimêrên 06:00 heta 17:00 de dê vekirîbin û hevwelatî tenê bi pîyade dê bikaribin serdana dukan û navenda bajêr bikin. 
Qedexeya hatinûçûnê jî bi hemû cûrekî (otomobîl û piyade) di nêvbera demjimêrên 18:00ê heta 24:00ê de bi temamî dê berdewam be. 
Her cîhê qerebalixî tê de durust bibe û liberkevtin zêde hebe, merc û rêkarên xweparîziyê têde neyê cîbicîkirin, dê bê daxistin. 
Li Parêzgeha Silêmanîyê, rojbiroj bandora vîrusa koronoyê kêm dibe û ber bi temamî kontrolkirinê ve diçe û tê çaverêkirin di çarçoveya bernameya rûbirûbûna vê nexweşiyê de jiyan qonax bi qonax ber bi asayîbûnê ve biçe. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî