Qedexeya hatinûçûnê heftiyekî din hate dirêjkirin

  2020-04-23 23:05      360 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê heta 1ê Gulana 2020ê hate dirêjkirin

Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, qedexeya hatinûçûnê heta 1ê Gulanê li tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê, dirêj kir.
Wezareta Navxwe bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku qedexeya hatinûçunê ji bo rûbirubûna vîrusa koronayê (covid-19) û rêgirtin li belavbûna wê, li tevahiya parêzgehan; Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyan û hemû yekeyên îdarî, heta roja 01-05-2020, demjimêr 24:00ê, hatiye dirêjkirin.
Wezareta Navxwe, tekez kiriye ku qedexeya hatinûçûnê, heta 1ê Gulanê ji demjimêr 18:00 ê heta 24: 00ê dê li tevaya Herêma Kurdistanê, bi temamî bê cîbicîkirin û şofêrên qedexeya hatinûçûnê binpê bike, dê bên cezakirin. 
Qedexeya hatinûçûn di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê de dê berdewam be; hevwelatî tenê bi rêya sîstema rêpêdana elektronîk ya malpera Wezareta Navxwe moi.gov.krd dê bikaribin hatinûçûnê bikin.
Hevwletayên Herêma Kurdistanê yên li derveyî welêt jî tê bi rêya rizamendiya  Wezarate Navxwe dê bikaribin vegerin û her kesê vegere dê bê karantînakirin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî