Li Herêma Kurdistanê çar hevwelatiyên din tûşî vîrusa koronayê bûne
2020-04-24 21:53     350 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bi giştî ji 343 tûşbûyên koronayê, 315 kes baş bûne û 4 kesan jî canên xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, îro (24-04-2020), ragihand ku li Duhokê 2 kes û li Silêmanî 2 kes bi giştî 4 haletên nû yên tûşbûn bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de aşkere kir;
Li parêzgeha Silêmaniyê, 2 zilamên ku yek jê 80 saliye û li Şarbajêr jiyanê bi ser dibe û yê din jî 29 saliyê li navçeya Kifriyê jiyan dike, tûşî vîrusa koronayê bûnê.
Li parêzgeha Duhokê jî 2 kes; zilamek 77 salî û zarokek 8 salî bi êşa koronaya nû (covid-19) ketine.
Ligorî amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê, bi giştî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên tûşî vîrusa covid-19 bûne gîhiştiyê 343 kesan; ji wana 315 kes baş bûne û 4 kesan jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir