YNK rijde li ser cîbicîkirina sîstema nemerkezî ku di karnameya hikûmetê de cîh digre
2020-05-03 19:47     225 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK ligorî rêkeftina siyasî a nêvbera YNKê û PDKê, daxwaza cîbicîkirina sîstema nemerkezî dike
Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku duhî (02-05-2020), li Silêmanî, bi serpereştiya Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî civiya bû, bi daxuyaniyek nivîskî naveroka gotûbêjên xwe ji bo raya giştî aşkere kir.
Teksta daxuyaniyê:
Duhî (02-05-2020), Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), li Silêmanî, bi serpereştiya Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, civiya.
Di civînê de ku Qubad Talebanî û tîma YNKê a di Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî de beşdar bûn; bi hûrgilî, gotûbêj li ser rewşa siyasî, debar û jiyana hevwelatiyan û pirsa pêkanîna hikûmeta nû a İraqê û rewşa nelibar ya navçeyên kurdistanî yên qutkirî û metirsiya ji nû ve serhildana DAIŞê û karûbarên navxwe yên partiyî, hat kirin.
Di derbarê hewlên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê a li Bexdadê de polîtburoyê ligel ku hevl û bizavên wefdê yên ji bo çareseriya pirsgrêka miaş û şayisteya darayî ya Herêma Kurdistanê bi hêja zanî, herwiha bi grîngiyek mezin li ser sedem û encamên vê pirsê sekinî. Polîtburoyê, peydakirina miaşên fermanberan, parastina jiyan û debara hevwelatiyan di vê demê de bi erkê herî serekî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zanî ku şewba koronayê rewşek dijwartir durust kiriye û bandora xwe li hemû kesî kiriye; nebûnî û hêjarî jî tesîra xwe li ser piraniya xelkê Kurdistanê kiriye ku mixabin rojbiroj xerabtir jî dibe.
Di civînê de sîstema nemerkezî jî bi hûrgilî hat nirxandin; di civînê de rijdî li ser pêwîstiya cîbicîkirina wê, wek xwe ligorî rêkeftina siyasî a nêvbera YNKê û PDKê, hat kirin ku di karnameya nû ya hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê de cîh digre û niha, bûye daxwaziyekî girseyî û encumenên hilbijartî bi taybetî paş tecrubeya serkevtî ya îdareyên xwecîhî di birêvebirina wan krîzên koronayê ku li Dinya û Herêmê durust kiriye.
Di derbarê peywendiyên siyasî yên YNK û aliyên din yên siyasî de tekezî li ser xurtkirin wan peywendiyan hat kirin bi nerîngeha yekdengî, yekrîzî û hevahengiyê ji bo pêkanîna xwastên Gelê Kurdistanê û parastina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wek hevîna herdem a yekrîziya niştimanî û wek emanetekî Serok Mam Celal ku parastina wê di stuyê me yên YNKyiyan de ye.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir