Civata Wezîran biryarên nû di warê darayî de stand

  2020-05-06 22:29      416 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dahat û serfan biryarên grîng stand

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, plana rûbirûbûna krîza darayî pesend kir û çend biryar li ser kêmkirina xerciyê û zêdekirina dahatê û cîbicîkirina yasaya çaksaziyê da.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, roja Sêşemê (05-05-2020), bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civiya.  Di civînê de gotûbêj li ser rewşa darayî a Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina yasaya çaksazî kirin ku beşeke ji karnameya kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di danezanê de hatiye diyarkirin ku Encûmena Wezîran tekeziyê li ser demildest cîbicîkirina hemû xal û bendên yasaya çaksaziyê dike li gor wê plana ku ji aliyê Lîjneya Bilind a Çaksaziyê ve hatiye pesendkirin; wezaretên peywendîdar jî hatine raspardin bi wergirtina rêkarên pêwîst bi arasteya misogerkirina mafê miaşxwuriya şayiste.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, ronahî xisti li ser encamên danûstanên şanda Hikûmeta Kurdistanê yên li Bexdadê, taybet bi mijara şayisteyên darayî û dosyeya petrol û gaze. Encûmena Wezîran jî pêşniyaza wê şandê a ji bo berdewamkirina civînan ji bo çareserkirina pirsgrêkan û dabînkirina maf, miaş û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, qebûl kir.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê kêmkirina xerciyan, 9 biryar stand;
-Kêmkirina miaş û dermaleyê xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê Kurdistanê, Serokatiya Parlemento û Endamên Plamentoyê, Encûmena Dadwerî, Encûmenên parêzgehan di warên xizmetên şaristanî, serbazî, hêzên asayîşa navxwe, asayîşa giştî, Encûmena Asayîşê û ewên bi wan pileyan xanenîşîn bûne an dibin.
-Xerckirina tenê mişê bineratî ji bo wan pileyên taybet ji rêveberên giştî û sertir, serokên yekeyên kargêrî; parêzgar, qayimqam û rêveberiyên nahiyeyan. Pêwîste ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî ve di heyama 30 rojan de di çarçoveya yasaya çaksazî de çarenivîsa wezîfeya wan bê yekalîkirin.
-Pêwîste Wezareta Darayî û Aborî, miaş tenê ji bo wan kesan xerc bike ku tomarin di databeysa tomarî ya bayometrî û bi fîlî di xizmeta wezîfeyê de ne. Herwiha birîna mûçeyê wan kesan ku bi fîlî xizmeta wezîfê nakin.
-Kêmkirina budceya teşxîlî ji bo astê herî nizm bi cûrekû ku tenê warên sereke yên xerciyan li xwe bigre; weke warên dabînkirina derman û pêdivîyên bijîşkî, taqîgeh, xwarina nexweşxane û zindaniyan; malên ku bi salçû, nûciwan, zarok lê dimînin û navendên tûndûtûjiya li dijî jinan; pakkirina bajar, bajarok, û nexweşxane, pêdiviyên av û kirêya wêstgehên berhemanîna elektrîkê û çêkirina rêyan.
-Peyrewkirina sîstema nû ya onlaynê ji bo xerckirina budceya teşxîlî ji bo rê dan şefafiyet û kêmkirina rûtîniyê.
-Ragirtina xercên budceya weberhênan (Prejeyên wezaretan û girîngîpêdana parêzgehan)
-Pêdaçûn bi pêşîneyên hemû wezaret û saziyên Herêmê ji aliyê Encûmena Wezîran û Wezareta Darayî û Aborî bi arasteya kêmkirina bo nizimtirîn ast.
-Ragirtina xercên rasterast yên wezaretan li ser beşa dahatên xwe.
-Pêdaçûn bi xercên di warê petrol û gaze de.
Derbarê zêdekirina dahatê de jî ev biryar hatine wergirtin;
-Rêkxistina wan xizmetguzariyên ji aliyê kertên taybet ve bi aweyê girêbest li deriyên sînorî tên pêşkêşkirin bi cûrekî ku divê dahatên wan xizmetguzariyan ji bo berjewendiya giştî be.
-Hilweşandina hemû wan lêxweşbûnên ku hatine dayîn ji gumrig û bacan ku naguncin li gel yasa û rênimayiyan.
-Kontrolkirina deriyên sînorî bi armanca rêgirîkirin li her karekî ne yasayî ku ziyanê digihîne dahata giştî.
-Pabendkirina kompaniyên navxwe yên di warê petrol û gazê de, di ware ewlehî û kompaniyên di ware peywendî, înternet û projeyên nîştecihbûnê de bi pêdana bacê di çarçova yasa û rênimayiyan de.
-Rêkxistina mîkanîzm û wan aliyên ku risumatên xizmetguzarî yên wezaretan bi awayê girêbest kom dikin bi cûrekî ku di xizmeta berjewendiya giştî de be.
-Sepandina bac li ser hawirdekirin û rafînekirina berhemên petrolê.
-Erke li ser Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, wan zeviyên kiştukaliyê polîn bike ku zêdegavî li ser hatiye encam dan; tevî pêdaçûna wan zeviyên kiştukalî yên bi girêbest hatine kirêkirin di ware nirx û şêwazê girêbestê de ji bo ku wek samaneke niştimanî miamele li gel bê kirin.
-Hilweşandina terxankirina zevî ji bo wan projeyên moleta weberhênanê pê hatiye dayîn, lêbelê dest bi cîbicîkirina projeyan nehatiye kirin.
 -Tapokirina hemû wan zeviyan ku bi şêweyê kart hatine terxankirin bo hemwelatiyan û herwiha tapokirina yekeyên niştecihbûnê li projeyên weberhênanê bi navê hemwelatiyan û pêdaçûna bi nirxê xizmetguzariyên komelgehên niştecîbûnê.
-Cerdkirina hemû mal û milkê hikumet û sercem sazî û dezgehan ji aliyê wezarete peywendîdar ve , da ku wek çavkaniyekî ji bo dahatî giştî serederî ligel bê kirin.
 -Wergirtina deynên bazirganî ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî ve li gor Yasaya Çaksazî.
-Pesendkirina pêşkêşkirina xizmetguzariya elektrîkê û komkirina kirêya beşdarbûyên wê ji aliyê kerta taybet ve bi serpereştî û çavdêriya hikûmetê.  
-Pesendkirina projeya krîn û bazarkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliyê kerta taybet ve bi serpereştî û çavdêriya hikûmetê ji bo piştevanîkirina kerta cotkariyê.
-Kêmkirina rêjeyek ji wan faîzên hikûmetê (xanî, zewac û deynên biçûk) ku li aliyê hemwelatiyan ve, bi mercê ku hemwelatî amade bin ta roja 15ê Hezîrana 2020ê, wan hemû pêşîneyan li hikûmetê vegerînin.
 Sivikkirina bar û ziyanên ji ber rêkarên xweparastina ji koronayê;
-Lêxoşbûn li kreya krêçiyên mulkê Hikumeta Herêmê çi ji bo bazirganî yan pîşesazî çi ji bo çandinî yan her armancekî din be; ji bo wê dema ku nekarine bi asayî bi kar bînin, ji ber daxistin û rêkarên xweparastinê ji koronayê yan qedexeya çûnûhatin ê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê wan kesên ku ji ber tedbîrên rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê rastî ziyanê hatine jî hejmarek biryar wergirt.
-Li gor biryarên hatine wergirtin, kirêya wan kargehên ku di warên pîşesazî, cotkarî, bazirganî  di milkên hikûmetê de kar dikin, ew dema ku kar nekirine dê li ber çav bê girtin û nayê wergirtin.
-Ew kesên ku cezayên darayî lê hatibûn birîn dê bên efûkirin û deynên saziyên fermî û şaredariyan dê bên paşxistin.
Ji aliyê din ve Encûmena Wezîran aşkere kir ku roja 11ê Gulana 2020ê, karkirin li hemû sazî û dezgehên hikûmetê dê dest pê bike.
Derbarê sîstema nemerkezî de Encûmena Wezîran tekez kiriye; çespandina nenavendiyê li hemû parêzgehan, dive bi bê cûdahî û bi wî awayî  be ku di bernameya karê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê de cîh digre; bi cûrekî be ku bigunce ligel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê û belavkirina desthilat, erk û berpirsyariyan li gor yasayê di jêr çavdêriya Serokê Hikûmetê de û ligel parastina statuya Herêma Kurdistanê.
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî