Divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gor destûrê bên çareserkirin
2020-05-11 22:44     390 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê İraqê li Silêmaniyê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih, îro (11-05-2020) li bajarê Silêmaniyê, civiyan.
Herdu aliyan, gotûbêj li ser rewşa siyasî, pêngavên piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina krîzan, pêkanîna îstîkrara siyasî û baştirkirina jiyana hevwelatiyan li Herêma Kurdistan û İraqê kirin.
Di civînê de bi hûrgilî behsa pêkanîna hikûmeta nû a bi serokatiya Mistefa Kazimî hat kirin; herdu aliyan, tekezî li ser piştevanî û hevahengiya li gel hikûmeta federal kirin ji bo rizgarbûn ji krîzan û karkirin ji bo dabînkirina debar û tendirustiya hemwelatiyan û têkbirina paşmayiyên terorê û istiqrara ewlehiyê li hemû navçeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê, behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gor destûrê kirin û bi taybetî li ser pirsa bûdce û miaşên fermanberan sekinîn.
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih, pêwîstiya yekrêzî û aramkirina aloziyan li Iraqê granbuha zanîn bi awayekê ku hemû hêz û karîn ji bo dabînkirina aramî û debara xelkê û encamdana reformên bingehîn bên terxankirin; nakokî û hevrikiyên biçûk li paş bên hiştin û li gor destûrê xizmeta hemwelatiyan bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê tekezî li ser yekrêzî û tifaqa li Herêma Kurdistanê jî kirin bi cûrekî ku hemû alî dûrbin ji aloziyan û karînên xwe ji bo xizmetkirin û dabînkirina pêwîstiyên hemwelatiyan û istiqrara siyasî û ewlehiyê terxan bikin.
Puknow
Babetên zêdetir