YNK dest wernade karûbarên hikûmetê, lê dê çavdêrekî bi hêz be
2020-05-12 21:59     210 Car hatiye dîtin      Şîrove
Berpirsê Malbenda Silêmanî a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ceza Seyîd Mecîd
Berpirsê Malbenda Silêmanî a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ceza Seyîd Mecîd, îro (12-05-2020), serdana Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmanî kir.
Di civînekî rojnamevanî de Ceza Seyîd Mecîd, ragihand; Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmanî, yek ji destkeftên grîng yên YNKê ye ku şanazî pê tê kirin Serok Mam Celal damezrînerê wê û bi berdewamî piştevanê vê balafirxaneyê bû ye.
Berpirsê Malbenda Silêmanî, da zanîn ku siyaseta nû a YNKê bi raberatiya hevserokên YNKê ji xizmetkirina civaka kurdistanê û çareserkirina rewşa niha a hestiyar û krîzan, bi taybetî baştirkirina rewşa jiyan û debara hemwelatiyan, pêk tê.
Ceza Seyîd Mecîd, got: “em wek partiyekî siyasî bi çi awayekî dest wernadin karûbarên hikûmetê; lê, emê çavdêrekî bi hêz bin ji karîna kadroyên xwe yên postên hikumraniyê wergirtine. Emê, piştevanekî xurt bin di warê xizmetkirina hemwelatiyên Kurdistanê de.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir