Metirsiya vîrusa korona li Herêma Kurdistanê hêj heye
2020-05-14 19:59     396 Car hatiye dîtin      Şîrove
Di cejnê de rê ji bo geştên nêvbera parêzgehên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê, nayê dayîn
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro (14-05-2020), li Hewlêrê di civînekî rojnamevanî de ragihand ku metirsiya vîrusa koronayê hêj li Herêma Kurdistanê maye; car caran pêketiyên nû tên tomarkirin, ev jî nîşan dide ku hêj vîrusa koronayê hevîna metirsiyê ye.
Wezîre Navxwe, da zanîn ku vîrusa korona li Herêma Kurdistanê û li derveyî Herêma Kurdistanê, wek yek in; jiber zû wergirtina tedbîrên pêwîst, ziyana giyanî li Herêma Kurdistanê kêm bû ye, lê ziyanake mezin a aborî bi xwe re aniye.
Wezîrê Navxwe, got: “kes nikare serkevtinê bi ser koronayê de rabigihîne, tenê bi dîtina dermanê wê serkevtin mumkun dibe û divê, em hemû xwe jê biparêzin”.
Wezîrê Navxwe, ji bo raya giştî diyar jî kir ku di rojên Cejna Remezanê de rê bi çi geştekî di nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û derveyî Herêma Kurdistanê de nayê dayîn.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku Wezareta Tenduristiyê, duhî (13-05-2020), ragihand; herî dawî li Parêzgeha Silêmaniyê, hemwelatiyekî 50 salî bi vîrusa koronayê ketiye.
Li Herêma Kurdistanê, bi giştî 391 kes bi vîrusa koronayê ketine; 375 ji wana baş bû ne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane.
Li Herêma Kurdistanê yekem haleta pêketina bi koronayê, roja 1ê Adara 2020ê hatiye tomarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir