Li Silêmanî 5 haletên nû yên pêketiyên koronayê hatin tomarkirin

  2020-05-15 00:00      343 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji 397 kesan, 377 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku 5 pêketiyên din ên koronayê li Parêzgeha Silêmaniyê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de aşkere kir ku di encama pişkinînan de li bajarê Silêmaniyê, 5 nexweşên din ên bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine, hatine destnîşankirin; Ciwanekî 17 salî, 3 jinên temen 19, 21, 43 û zarokekî 6 salî ye ku hemû jî endamê malbata wî pêketiyê koronayê yê dûhî (13-05-2020) ye.
Bi vî awayî, bi giştî hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine li Herêma Kurdistanê gîhişt 397 kesan. Ji vê hejmarê 377 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî