Hejmara pêketiyên koronayê gîhîşt 404 kesan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Parêzgeha Silêmanî 7 kesên din bi vîrusa koronaya nû (covid-19) ketine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyek nivîskî de (16-05-2020) aşkere kir ku 4 kes li navenda bajarê Silêmaniyê û 3 kes jî li nahiya Baziyanê jiyanê bi ser dibin. Temenên wan jî 10, 17, 18, 22, 41, 45 û 55 salî ne.
Bi giştî, hejmare kesên bi vîrusa koronayê ketine, li Herêma Kurdistanê gîhîşt 404 kesan. Ji wana 379 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest danê.
Puknow
Metîn Mihemed